Brîtanyayê êrîşa li Hesekê şermezar kir

Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Sûriyê êrîşa 18ê Tebaxê ya li ser navendeke perwerdehiyê ya zarokên keç ya li Hesekê ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û çend kesên din jî birîndar bûbûn şermezar kir.

23.08.2022, Sal - 14:38

Brîtanyayê êrîşa li Hesekê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê di 18ê Tebaxa 2022an de navendeke perwerdehiya keçan ya li gundê Şimokê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku grêdayî Netewên Yekbûyî ye, kir armanc û di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabû û 11 zarokên din jî birîndar bûn.

Balyozxaneya Birîtanyayê ya li Sûriyê, ku ji destpêka aloziya Sûriyê berî deh salan ve girtî ye, êrişa Hesekê û êrişa kujêr ya vê dawiyê li bajarê El-Bab li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, şermezar kir.

Balyozxaneya Birîtanyayê ya li Sûriyê di derbarê derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya keçan daxuyaniyek belav kir û tê de got “Zarok jî di nav wan kesên ku di du êrîşên hovane de li El-Bab û Hesekê li bakurê Sûriyê hatin kuştin hebûn. Brîtanya van êrîşan şermezar dike û bang li hemû aliyan dike ku rêzê li qanûnên mirovî yên navneteweyî bigirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû aliyan dikin ku aloziyê derxînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x