Cafer Emînkî: Eger PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve peywendî dê baştir bibin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî di panela zankoyan de destnîşan kir, eger PKK li Rojavayê Kurdistanê nemîne wê peywendiyên Rojavayê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re bihêz bibin.

16.09.2022, Cum - 06:55

Cafer Emînkî: Eger PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve peywendî dê baştir bibin
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî, di panêla hevbeş ya Zanîngehên Rojava û Libnanî Fransî li Hewlêrê axavtinek kir û got, eger şerê PKKê û Tirkiyê berdewam bibe, wê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê asayî nebin.

Ji bo yekemîn car şandeke Zanîngeha Rojava ya Rojavayê Kurdistanê îro Pêncşemê 15ê Îlona 2022an serdana Hewlêrê kir ku ew şand piştî îmzekirina peymaneke bi Zanîngeha Libnanî Fransî li Hewlêrê re serdan kir. Zanîngeha Rojava niha dixwaze danpêdanekî ji aliyên cuda bi dest bixe û li ser vê yekê kar dike.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî di panela zankoyan de destnîşan kir, eger PKK li Rojavayê Kurdistanê nemîne wê peywendiyên Rojavayê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê re bihêz bibin.

Cafer Emînkî diyar kir ku ew niha ji peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de nerazî ne, pêwîst e peywendiyên berfirehtir di warê perwerdeyê de di navbera her du aliyan de hebin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî anî ziman, “Şer û pevçûnên leşkerî di navbera PKK û Tirkiyê de ne. Eger ev şer û pevçûnên di navbera PKKê û Tirkiyê de berdewam bikin, têkiliyên asayî nikare di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de hebin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Dibe ku nêrînên gelek cuda li ser vê mijarê hebin lê bi dîtina min eger li Rojava PKK nemîne, pêwendiyên wê yên bi Herêma Kurdistanê re dê bihêztir bibe, dê pir asayî bibe û ew pêwendî ji bo her du aliyan jî girîng e.”

Cafer Emînkî her wiha anî ziman, “Her wiha dikare li Iraqê derî li ber konfederasyoneke ku di berjewendiya Rojava de be jî veke. Ev dîtina min e lê niha tenê têkiliyeke me ya bisînor heye ku ez bi rastî jê nerazî me. Di şûna wê de, ez bawer dikim pêdivî ye ku di navbera her du herêman de pêwendiyeke perwerdehiyê ya berfirehtir hebe. Li zanîngeh û dibistanan jî karê koordînasyonê pêwîst e, lê ez wisa difikirim ku ev yek pir zehmet e û rewş pir dijwar e.”

Niha li Rojavayê Kurdistanê 3 zanîngeh hene, ew jî zanîngehên Rojava, Kobanî û El Şerq in ku yekem zanîngeh di sala 2016an de hate vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:49:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x