Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê hejmarek welatî girtin

Dewriyeyeke hevbeş a hêzên Tirkiyê û çekdarên Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê ser bi hejmarek malên welatiyan li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de girtin û çend kes desteser kirin.

19.09.2022, Pts - 07:39

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê hejmarek welatî girtin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 14ê vê mehê dewriyeyeke hevbeş a hêzên Tirkiyê û çekdarên Sultan Murad ser bi hejmarek malên welatiyan li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de girtin.

Heman çavkaniyan da zanin navên welatiyên ku hatine girtin ev in, Ebd Silêman ji gundê "Kefr Şîla" yê navenda bajarê Efrînê, Suhêl Qelander ji navçeya Mabata, Kemal Kurdî û Mihemed Kurdî ji gundê "Memala" yê Mabata, Ehmed Omer ji gundê "Baadîna"yê Mabata, Cemal Mihemed ji"Dêrswan" navçeya Şaran ê û Ehmed Silêman û Mihemed Silêman ji pêkhateya Ereb a bajarê Efrînê û Cîhad Îsmet.

Li gor heman çavkaniyan ew welatî rastî lêdan û îşkenceyê hatibûn û derbarê jêderên debara jiyana wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hatibûn tawanbarkirin lê piştî ku tiştek li ser wan nehat îspatkirin hatine berdan.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x