CENTCOM: Kirgizistanê 59 welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerand

Hat ragihandin ku Kirgizistanê welatiyên xwe yên ji malbatên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandiye.

17.02.2023, Cum - 08:56

CENTCOM: Kirgizistanê 59 welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerand
Nuçe Belav bike

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand Kirgizistanê 59 welatiyên xwe yên ku ji jin û zarokan pêk tên ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerand.

Di dxuyaniyê de di derbarê rewşa malbatên welatiyên ku Kirgisiztanê ew qebûl kirine de agahî nehatin belavkirin.

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla der barê mijarê de got “Em sipasiya serkirdayetiya Komara Kirgizistanê dikin ji bo xebata wê ya ji bo çareserkirina qeyrana mirovî ya berdewam piştî hilweşandina xîlafeta bi navê DAIŞê. Yekane çareseriya demdirêj ji vê krîzê re, vegerandina kesên li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê dijîn bi serketî bo welatên wan, rehabîlîtasyon û entegrekirin e. CENTCOM, bi hevkariyên me yên herêmî re, dê piştgirîkirina van hewildanên vegerê, bi karanîna çavkaniyên xwe yên wekî peydakirina balafiran bidomîne.”

18 jin û 41 zarok hatin radestkirin

Li gorî malpera fermî ya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, şandeya bi serokatiya Nûnerê Wezareta Derve ya Kirgizîstanê Tokobaev Arslan serdana herêmên Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî agahiyan, şanda Kirgizistanê ji aliyê Cîgirê Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rojava Robel Beho, Endamê Desteya Rêveber a Desteya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm, Endama Ofîsa YPJ’ê Lana Hisên û Cîgira Komîteya Jinan Huweyda Muhammed Selîm ve hat pêşwazîkirin.

Piştî peymana di navbera aliyan de hat îmzekirin, 18 jin û 41 zarok radestî heyetê hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x