Desteya Rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê: Encama civîna Astanayê me eleqedar nake

Desteya Rêveberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li ser civîna çareserkirina krîza Sûriyê ku tê çaverêkirin li paytexta Kirgizîstanê Astanayê pêk were daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de rexneyên giran li hêzên navdewletî kir.

14.01.2017, Cts - 20:27

Desteya Rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê: Encama civîna Astanayê me eleqedar nake
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de rexne li Rûsyayê hat kirin ku şaşîtiyên li civînên Cenev 1, Cenev 2 û Cenev 3 hatine kirin niha jî Rûsya heman tiştî ji bo civîna Astanayê dike û wiha hat gotin: "Rûsiya şaştiyên xwe didomîne. Di civînên danûstandinê de tu projeyên çareserkirina giştî ji bo aloziya Sûriyê ne hatiye pêşniyarkirin. Hêzên demorkatîk û aştîxwaz beranberî razîkirina Tirkiyê û hêzên diberiya doza gelan dikin, dûr dixin. Di civîna Cenêv 1, Cenêv 2 û Cenêv 3 de heman şaşîtî hate meşandin. Niha jî dema behsa civîna Astana tê kirin, heman şaşîtî ji aliyê Rûsiya ve tê kirin."

Desteya Rêveberiyê bal kişand ser ku di vê rewşê de beşdarbûna wan di civînên Astanayê de tê wateya binpêkirina mafên pêkhateyên wan ên kurd, ereb, suryan, aşûr, tirmen, ermen û herwekî din û daxuyanî wiha domand: "Ji ber ku me bi berxwedan û hêza xwe gelek gavên dîrokî di asta siyasî, civakî û leşkerî de bi dest xistine. Ji hemû hêzan zêdetir mafê me heye ku em beşdarî civîna Astana bibin. Di heman demê de Hêzên YPG, QSD û YPJ, hêzên ku beşek mezin ji Sûriyê ji çeteyan rizgar kirine ne. Ew hêza herî guncaw e ku di çareserkirina siyasî de beşdar bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Rêveberiya Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihand, ‘Wê civîna Astana wekî civînên beriya xwe biser nekeve. Biryarên ku ji civîna em tê de ne beşdar in derkevin, me eleqedar nake. Emê di berxwedana xwe ya li dijî hêzên tarî û terorîstan de biserkevin û em ê sîstema fedraliya demorkatîk a Bakurê Sûriyê ava bikin.ʺ

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x