Di erdhejê de 37 kes ji gundekî Efrînê bûne qurbanî

Di erdheja 6ê sibatê de 37 kes ji gundê Çeqela yê ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

22.02.2023, Çar - 13:45

Di erdhejê de 37 kes ji gundekî Efrînê bûne qurbanî
Nuçe Belav bike

Elî Betal ku xelkê gundê Çeqela ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku di erdheja 6ê Sibatê de 37 kes ji gundê wan bûne qurbanî.

Ji xizmên Elî Betal bi xwe 18 kes bûne qurbanî û 4 kes rizgar bûne. Elî Betal diyar kir, heta niha jî jinek ji malbata wan li Bakurê Kurdistanê wenda ye.

Wî welatiyê Kurd ji Rûdawê re diyar kir ku her 37 gundî û xizmên wî li bajarokê Cindirêsê û bajarên Bakurê Kurdistanê bûne qurbanî.

Roja 6ê Sibatê tevî erdhejên li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li bakurê rojavayê Sûriyê û herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê jî erdhej çê bû. Erdhejê herî zêde bandor li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir û navçe hema hema bi tevahî wêran bûye.

Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye ku bi sedema erdheja 06ê Sibatê, heta niha 1 hezar û 100 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di erdhejê de herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x