Di êrîşa dronên Tirkiyê de Rêveberekî PJAKê canê xwe ji dest da

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dronên Tirkiyê de Rêveberekî PJAKê canê xwe ji dest da

10.08.2022, Çar - 09:44

Di êrîşa dronên Tirkiyê de Rêveberekî PJAKê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîr Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa dawî ya Tirkiyê bi dronekî pêkhatibû de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî ragehandine, di êrîşa dewleta Tirk a bi dronê li bakurê bajarê Qamişlo pêkhatî de 4 endamên wan canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Li gor heman daxuyaniyê di nav kesên ku birîndar bûne û rakirine nexwaşxaneyan de, endamê fermandariya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Yûsif Mehmûd Rebanî yê ku wek Rêzan Cawîd dihate naskirin jî hebûye û li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin Rêzan Cawîd ji bo serdan hatiye Rojavayê Kurdistanê, ku destkeftên li Rojavayê Kurdistanê ji nêz de bibîne.

Yûsif Mehmûd Rebanî (Rêzan Cawîd) hevserokê berê yê KODAR (Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê) bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x