Di navbera QSD û DAÎŞ'ê de şer pir dijwarbû: Bi dehan kuştî...

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ji aliyê çekdarên QSD'ê ku YPG pêşengî dike bi hemû hêza xwe berdevame. Di hemû enîyên taxên bajêr de herî kêm 95 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

15.08.2017, Sal - 09:27

Di navbera QSD û DAÎŞ'ê de şer pir dijwarbû: Bi dehan kuştî...
Nuçe Belav bike

Li hemû taxên bajarê Reqqayê di navbera çekdarên QSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengî dike û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava çend saetên dawî de 95 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

Li gorî ragihandina agahiyên herêmî , li taxa Rewda ku dikeve Bakurê Rojhilatê bajêr 23, li taxa Mansûr a rojhilatê bajêr 12, li taxa Reşîd a rojhilatê bajêr 15, li taxa Berîd a bakur rojavayê bajêr 5, li taxa Nehda 17, li taxa Deriye ya rojavayê bajêr 7, li taxa Nezlit Şihadê 16 bi tevahî 95 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û gelek termên terorîstan jî ketin destê çekdarên QSD'ê.

Di şer û pevçûnan de gelek wesayîtên bombebarkirî hatine ruxandin û amûrên şer ê rêxistinê ketine destê çekdaran. Li gorî zanyariyan rêxistinê di nava çend seetên dawî de şikestineke mezin xwariye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:57:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x