Di salvegera êrîşa ser Kobanê de.. Metirsiyên DAIŞê berdewam in

Piştî 8 salan wê êrîşa ser Kobanê, hişyarî tên dayîn ku DAIŞ hîn jî çalakiya xwe li Sûriye û Iraqê didomîne

15.09.2022, Per - 09:01

Di salvegera êrîşa ser Kobanê de.. Metirsiyên DAIŞê berdewam in
Nuçe Belav bike

Berî 8 salan çekdarên DAIŞê bi çekên giran ên li Mûsilê bidest xistibûn, êrîşeke giran birin ser bajarê Kobaniyê û gundewarê wê, di encamê de, derdora jı sedî 70 ji wî bajarê kontrol kir û nêzîkî 500 hezar welatî koçber û derbider bûn.

Di dema şerê Kobanî ya li dijî DAIŞê de, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Parlamentoya Kurdistanê biryarek derxist û hêzên Pêşmerge derbasî bajarê Kobanî bûn û ligel şervanan li dijî DAIŞê şer kirin.

Hêzên Pêşmerge di roja 29ê Cotmeha 2014an de di deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û di nava pêşwaziya germ a ji aliyê Kurdên Bakurê ve, derbasî bajarê Kobanî bûn.

Wê demê ji sedî 70 bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, piştî ku Pêşmerge derbasî nav bajêr bû, bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hêzên Kurdî piştî 134 rojan ji şerê berdewam, di roja 26ê Çileya 2015an de bajêr ji DAIŞê paqij kir.

Di encama êrişên DAIŞê de wêraniyeke mezin li Kobaniyê çêbû, lê xelkê ku ji ber şer koçberî Başûr û Bakurê Kurdistanê bûbûn, piraniya wan, piştî rizgarkirina bajêr vegeriyan û bi derfetên xwe careke din dest bi jiyana xwe ya asayî kirin û bajarê xwe ava kirin.

Piştî 8 salan ji êrîşa DAIŞê li ser Kobanê, DAIŞ hîn jî çalakiya xwe li Sûriye û Iraqê didomîne û bi rêya şaneyên xwe yên razayî kar dike ku ewlehiya herêmê têk bibe û ji gefên Tirkiyê sûd werbigire û dike ku komkujiyên zêdetir pêk bîne. Ji bilî hebûna bi hezaran çeteyên wê yên girtî û bi dehhezaran endamên malbatên wan ên li kampên Rojavayê Kurdistanê.

Kampa Holê li bajarê Heseke jî ku mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin, tenê ji destpêka îsal ve 44 kesan ji aliyê şaneyên DAIŞê ve li kampê hatine kuştin. Ji ber wê yekê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSDê ji roja 25ê Tebaxa borî ve dest operasyoneke pişknîn û lêgerînê di nava kampê de kiriye.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla berî çend rojan serdana Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz ji welatan kir ku welatiyên xwe ji kampê werbigirin û vegerînin welatê xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x