Di ser komkujiya Qamişloyê re 42 sal derbas bûn

Di ser komkujiya Qamişloyê re 42 sal derbas bû

13.12.2022, Sal - 06:49

Di ser komkujiya Qamişloyê re 42 sal derbas bûn
Nuçe Belav bike

Di ser komkujiya Qamişloyê re 42 sal derbas bûn ku Tirkiyê 12ê Kanûna 1980an 16 kes li gundê Cirnikê yê Qamişlo kuştin. Derhênerê Kurd Kerem Tekoglu jî belgefîlmek li ser wê komkujiyê çêkiriye û di 9mîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de nîşan da. Tekeoglu dibêje: “Heta niha jî ti dozek derbarê Komkujiya Qamişloyê de nehatiye vekirin.”

42 sal di ser komkujiya gundê Cirnikê yê Qamişlo re derbas dibin, ew komkujî roja 12ê Kanûna 1980an çêbûbû, tê de 16 kes li ser destê MÎTa Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Di sala 1980 de hejmarek ji berpirsên Rêxistina Kawa ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn û li mala welatparêzê Kurd Remezan Kab Reş bi cih bûn, mala wî li ser sînor li gundê Cirnirkê bû.

Di wê êrîşê de 6 berpirsên Rêxistina Kawa û 10 kes ji malbata Kab Reş canê xwe ji dest dan.

Necla Baksî jî di nava wan de bû, 8 meh du canî bû. Hevjînê wê jî Hisên Aslan, ji bo ku Necla û zaroka di zikê wê de birîndar nebin, xwestiye wan biparêze. Lê rizgar nebûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:07:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x