Dibistanên Rojavayê Kurdistanê heta piştî serê salê hatin girtin

Ji ber belavbûna vîrusekê li hemû dibistanên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê heta serê salê bûye behnvedan.

28.12.2022, Çar - 08:24

Dibistanên Rojavayê Kurdistanê heta piştî serê salê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa beşdarî Radioya Rûdawê re bû û derbarê rewşa tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku metirsiya vîrusê nîne, lê wan ji bo paqijkirina dibistanan ew biryar dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa dibêje, li navçeyên Rêveberiya Xweser 3 zarokan bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

Dr. Ciwan Mistefa herwiha da zanîn ku niha nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê gelekî belav bûye.

Di derbarê vê nexweşiyê de Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa got, tu amareke fermî li ser wê nexweşiyê li cem wan tune ye, lê li gorî amarên ku wan ji nexweşxaneya Penceşêrê ya Şamê bidest xistine, ji sedî 60 nexweşên li wir tên dermankirin, xelkê Rojavayê Kurdistanê û bakurê Rojhilatê Sûriyê ne.

Dr. Ciwan Mistefa got, dûriyê gemarî ya refînerên petrolê û otombêlan û paşmayî û dûmana çekên ku di şer de li Rojavayê Kurdistanê de hatine bikaranîn sedemên sereke yên belavbûna wê nexweşiyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:18:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x