Droneke Tirkiyê otomobîlek li Amûdê kir armanc

Droneke artêşa Tirkiyê îro sînorê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek kir armanc û hêzên asayişa Rêveberiya Xweser hişyarî da xelkê ku ji malên xwe dernekevin.

03.12.2022, Cts - 18:49

Droneke Tirkiyê otomobîlek li Amûdê kir armanc
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên çavkaniyên xwecihê hatine wergirtin, êvara îro Şemiyê 3yê Kanûna 2022an droneke artêşa Tirkiyê li di navbera gundên Sincaqa Şêx û Girê Fêrîs ên ser bi bajarê Amûdê ve otombîlek bombebaran kir. Derbarê ziyanan hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Hêzên Asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve jî ji bo parastina ewlehiya wan ji xelkê gund xwestiye ku ji malên xwe dernekevin.

Herwiha hat zanîn ku firina firokeyên bo ser asmanên deverê ve berdewam e.

Heta niha ne hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û ne jî HSDê daxuyanî li ser êrîşa îro nedane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x