Hat ragihandin ku, droneke Tirkiyê otomobîlek li gundewarê Qamişlo kir armanc.
Jêderekî ji K24 re da zanîn, droneke Tirkiyê otomobîlek li gundewarê Qamişlo kir armanc.
Li gorî heman jêderî, otomobîla armanckirî sivîl e û li gundê Biwêra li ser rêya Qamişlo-Tirbêspiyê hatiye armanckirin.
Li gorî zanyariyên destpêkî, di encama vê êrîşê de, kesekî canê xwe ji dest daye û kesekî din jî birîndar bûye.