Droneke Tirkiyê otomobîlek li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Droneke Tirkiyê otomobîlek li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

27.09.2022, Sal - 13:16

Droneke Tirkiyê otomobîlek li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, îro droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya gundê Til Cemal ê ser bi bajarokê Girkê Legê yê girêdayî bajarê Dêrikê kire armanc.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandine, di êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dane. Herwiha hatiye ragihandin, ku di encama êrîşê de birîndar jî hene lê hejmara wan nehatiye diyarkirin.

Derbarê bûyerê de heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî û zelalkirin nedane.

Duh jî droneke Tirkiyê avahiya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li bajarê Kobaniyê kiribû armanc, lê li gor daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, di encama êrîşê de ti zirar çê nebûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:07:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x