Tirkiyê yên berdewam ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê, pêdivî bi siyasetek kurdî ya aqilmendî heye, bo xwendinek nû heye dûr ji kêşeyên desthilatdariyê yên
Tirkiyê, piştî destwerdana xwe ya leşkerî di Sûriyê de û dagîrkirina navçeyên berfireh ji Kurdistana Sûriyê, destwerdana di karûbarên Lîbyayê û di nakokiyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê de û bi taybetî ji bo piştgiriya wê ya bo grûpên îslamî yên tundrew re, ketibû di îzolasyonek "dorpêçek" navneteweyî û erebî de.
Lê dîsa, piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, karî têkiliyên xwe careke din bi gelek welatên Erebî û Îsraîlê re dubare bike û hewl dide ku destkeftiyên zêdetir yên siyasî, leşkerî û aborî ji hevalbendên xwe yên di hevpeymaniya NATO de bistîne, nemaze piştî vegerandina peywendiyên xwe bi dewletên NATO û bi taybetî bi Amerîkayê re û ji aliyek din bi Îranê û Rûsiya re, bi taybetî di derbarê dosyaya Sûriyê de, ku Tirkiyê çendîn daxwazên nû pêşkêş dike, û asta daxwazên xwe bilind û zêde dike, di hewlekê de ku destkeftên herî mezin bidest bixe bi taybetî ji bo tinekirina pirsa neteweyî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, û ev yek xuya dibe ji bêdengiya her yek ji Amerîka û Rûsyayê bê li hember radestkirina herêma Efrînê bo Heyet Tehrîr El-Şam û êrïşên wê yên bi dron û firokeyan li ser deverên di bin kontrola QSD de.
Goman di wê yekê de nîne, ku Tirkiyê piştî dagîrkirina navçeyên berfiref ji Rojavayê kurdistanê, dê hewl bide her derfetekî bikarbîna ji bo timamkirina dagîrkirina hemû navçeyên din yên kurdan û jinavbirina gelê kurd û pêkanîna pirojeyên xwe yên ji bo guhertina demografîk, û niha şerê wê yê li ser navçeyên di bin kontrola QSD de, û wêrankirina jêrxaneya aborî û saziyên bajêrvaniyê kêmtir ji dagîrkeriyê nîne, û helbet çi demê derfet jêre peyda bibin dê dest bi êrîşên bejayî jî bike, tevî ku ev êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê dikevin di berjewendiya rêjîma Îranê de ya ku di qeyranek mezin de derbas dibe û bêtir ji du mehan rûbirûyî şoreşek cemawerî tê, bi taybetî li Rojhelatê Kurdistanê ku roj bi roj agirê vê şoreşê geştir dibe, lewra xuya dibe ku hevahengiyek bihêz di navbera rêjîma Tirkiyê û Îranê de heye, bi taybetî li ser pirsa neteweyî ya kurdî li seranserê Kurdistanê.
Her ji aliyek din ve, rayedarên bilind yên Tirkiyê bi awayekî rojane daxuyanên nerim didin ji bo dubarekirina têkiliyên xwe ligel rêjîma Sûriyê, lê heta niha wekî xuya dibe, ku rêjîma Sûriyê ti bersivek li hember vê daxwaza Tirkiyê nedaye, ku îro Tirkiyê dixwaze bi awayekî fermî têkiliyên xwe ligel Şamê dubare bike û bi taybetî ji bo rêbigire li pêşiya her rêkeftinekê di navbera aliyên kurdî û rêjîma Sûriyê de.
Li hember hewldanên Tirkiyê yên berdewam ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê, pêdivî bi siyasetek kurdî ya aqilmendî heye, bo xwendinek nû heye dûr ji kêşeyên desthilatdariyê yên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûrî de, bi taybetî ku opozîsyona sûrî bi ti awayekî baştir ji rêjîma Sûriyê nîne, heta radeyekî ku şofînizmtir e jî, nemaze wekî xuyaye ku rêjîma Sûriyê dê bi piştgirîya Rûsiya heta demekî nediyar wê bimîne, lewra miletê me yê kurd pêdivî bi bereyek niştîmanî ya kurdî heye û têde hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî, rewşenbîrî û zanistî cihê xwe bigirin ji bo rê bigirin li hember pirojeyên dewletên dagîrkerên Kurdistanê û bi taybetî piştî xweragirî û berdewamiya şoreşa Rojhelatê Kurdistanê tevî serkutkariya rêjîma Îranê û tawanên wê yên hovane li dijî gelê kurd, lê vê şoreşê tirsek mezin xistiye di dilê dagîrkeran de bi taybetî di dilê herdu rêjîmên dagîrker Tirkiyê û Îranê de, û helbet serkeftina vê şoreşê dê trazûyên berjewendiyan yên herêmî û navdewletî biguherîne û divê Kurd sûdekî jê werbigirin.
Ebdûlazîz Qasim