Efrîn: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 kes revandin

Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.

19.04.2023, Çar - 09:44

Efrîn: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 kes revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa Sultan Mihemed Fatih 2 welatiyên gundê Memila yên bi navê Husên Oso û Ehmed Xelîl Betal revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, hefteya borî jî çekdarên grûpa Sultan Mihemed Fatih 4 kesên din jî ji gundê Memila hatibûn revandin û piştê standina fidyê ji wan, ew berdabûn.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha hejmarek ji wan hîna revandî ne.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tenê ji destpêka sala 2023an ve, 63 welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin ku di nava wan jin jî hene, 9 ji wan jî piştî ku bi fidyeyên mezin dan grûpên çekdaran, hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:55:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x