Encamên hilbijartina li Rojava hat eşkerekirin

Komseriya Bilind a Hijbijartinan di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku 1ê Kanûna 2017an hatin lidarxistin, eşkere kir.

05.12.2017, Sal - 10:01 [ Güncellenme: 05.12.2017, Sal - 10:20 ]

Encamên hilbijartina li Rojava hat eşkerekirin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Komseriya Bilind a Hijbijartinan di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku 1ê Kanûna 2017\'an hatin lidarxistin, eşkere kir.

Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan derbarê encamên hilbijartinê de daxuyanî dan çapameniyê

Daxuyaniya ku hate xwendin wiha ye: \"Bi baweriya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji bo rûniştinandina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wekî çareseriya herî guncaw piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk pêk hatin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) 1ê Kanûna 2017an li hersê herêman Bakurê Sûriyeyê pêk hat. Welatiyan di saetên sibehê de berê xwe dan sendoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anîn. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelel kirin.

Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: 69%

HERÊMA CIZÎRÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist

Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd:Ji 99 namzetan 40 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: Ji 268 namzetan 144 kursî bi dest xistin

HERÊMA FIRATÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 954 namzetan 847 kursî bi dest xist

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 124 namzetan 40 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: Ji 95 namzetan 67 kursî bi dest xistin

HERÊMA EFRÎNÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xist

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 197 namzetan 72 kursî bi dest xist

Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: Ji 48 namzetan 8 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: Ji 86 namzetan 40 kursî bi dest xistin

Ji mafê hemû lîste û namzetên serbixwe ye ku ji niha hetanî 3 rojan encamên hilbijartinan itîraz bikin.

TEV-DEM\'ê Lîsteya Neteweya Demokratîk jib o beşdarî hilbijartinê bibin ava kir û ji 18 partiyan pêk te. Li gel partiyên kurdî Ereb, Asûrî û Siryan di nav lîsteyê de cih digirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 951 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x