Endamê PDKSê: Şerê li Efrînê şano ye

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo li ser şer û pevçûnên grûpên çekdar ên li Efrînê de axaftinek balkêş kir.

13.10.2022, Per - 05:38

Endamê PDKSê: Şerê li Efrînê şano ye
Nuçe Belav bike

Ebdulrehman Apo li ser şer û pevçûnên grûpên çekdar ên li Efrînê de got “Ev şano nêzikî 5 sal in li Efrînê berdewam e, ji ber ku metirsiyeke mezin têkin nav miletê û nikaribin mûsimên xwe bi hêsanî biçinin û berhev bikin. Divabû ev senarya 8-9 meh berê pek bihata lê niha pêk anîn ji ber ku bikaribin bi kevirekî pir çûkan bikujin.”

Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ên ku Tirkiyê dagir kirine, ev dema du roja ye li Efrîn û Babê şerekî giran di navbera grûpên Cebhe Şamiye û Firqeya Hemze de derketiye ku careke din Efrînê xistiye bin xeteriyê. Desteya Tehrîr el-Şam ku Idilbê kontrol dike, hêzên xwe ber bi Efrînê ve şandine û piştevaniya grûpa Hemze dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê şer û pevçûnên grûpên çekdar ên li Efrînê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Ebdulrehman Apo şer û pevçûnên li Efrînê wek şanoyekê bi nav kir û got “Ev şano nêzikî 5 sal in li Efrînê berdewam e. Berî mûsima zeytûnan cihên xwe diguherin û nav lê dikin ku şer çêbûye, ji ber ku metirsiyeke mezin têkin nav miletê û nikaribin mûsimên xwe bi hêsanî biçinin û berhev bikin.”

Apo amaja bi wê yekê kir ku nêzikbûneke di navbera Tirkiye û Sûriyê de heye yek ji sedemên pevçûnên di navbera grûpên çekdar de jî ev e.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo da zanîn ku Cebhet Nusre û Eniya Colanî derbasî nav Cindirêsê bûne û derdorê cindirêsê bi giştî kontrol kirine got “Xuyaye pêwîstiya Tirkiye û Sûriyê bi Eniya Colanî heye.”

Ebdulrehman Apo destnîşankir ku rewş li Efrînê ne aram e, ketin û derketina Efrînê niha qedexeye û bang li Kurdên Efrînê kir ku ewrên reş di ser Efrînê re derbas dibin û ji malê xwe dernekevin heta ku çareseriyek ji vê rewşê re tê dîtin.

Apo bal kişand ser wê bûyere ku niha li Efrînê rûdaye û dibêje “Divabû ev senarya 8-9 meh berê pek bihata lê niha pêk anîn ji ber ku bikaribin bi kevirekî pir çûkan bikujin. Ev çete gişt yek in.”

Şerê grûpên çekdar Efrînê careke din xist xeteriyê

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê-Sûriye, Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa pêşhateyên nû li Herêma Efrînê kir, ku tê de, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de, derketine.

Ji ber şerê di navbera grûpên çekdar de Efrîn çareke din ket xeteriyê. Li Efrînê di navbera çekdaran bi xwe de şerekî mezin derket.

Şer û pevçûnên li Efrînê

-Li navçeyên Efrîn û el-Bab, grûpa el-Cebhe el-Şamiye, rûberekî berifreh ji destê grûpa Hemzat derxistin, bi taybetî li Herêma Efrînê û bajarê el-Bab ê bakurê rojhilatê Helebê.

- Cebhet El Nusre ligel grûpa Ehrar el-Şam ji Idlibê derbasî Deriyê Xezzawiyê bû, li gundewarî Efînê.

- Grûpa Emşat jî kampeke eskerî ya el-Cebhe el-Şamiye, li gundê Erendê li nahiyeya Şiyê xiste bin destê xwe.

-Di wan şer û pevçûnan de, di navbera el-Cebhe el-Şamiye û Hemzat de, grûpa Emşat a ser bi Sultan Silêman Şah ve, li kêleka Hemzat rawestiya û kampa el-Cebhe el-Şamiye li derdora gundê Erendê li Nahiyeya Şiyê kontrol kir û çekdarên el-Cebhe el-Şamiye ji wê der derxistin.

- Li gundê Basûtê û nahiyeya Şêrawa li Herêma Efrînê, şer û pevçûn di navbera grûpa Hemzat û el-Cebhe el-Şamiye de derketin û rêya navbera Efrîn û Basûtê hate girtin.

Bi piştgirî û alîkariya Tevgera Nûredîn Zinkî û Lîwayê Farûq, el-Cebhe el-Şamiye 5 gund, li Efrînê ji destê Grûpa Hemzat derxistin.

- Tevgera Nûredîn Zengî ji Nahiya Cindirêsê li dijî Hemzat dest bi êrîşekê kir, tê de herdu gundên Firêriyê û Kefer Zîtê kontrol kirin.

- El-Cebhe el-Şamiye û Lîwayê Farûq li nahiyeya Cindirêsê, gundên Babilît, Kewkebê û Til Hemo, ji destê Hemzat derxistin.

- Çekdarên el-Cebhe el-Şamiye, gundên Telef, Kefer Zît, Kfêre, Eyndarê, Basûtê, Birc Ebdalo li Efrînê, ku di bin destê Hemzatam de ye, dorpêç kirin û rê di navbera wan gundan de jî girtine.

- Çekdarên Cebhet El Nusre û çekdarên Ehrar el-Şam ji Idlibê berê xwe dane Efrînê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x