Endamekî PDK-Sê li Efrînê bi awayekî tarî jiyana xwe ji dest da

artiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) dibêje, endamekî wan bi awayekî tarî jiyana xwe ji dest da. PDK-Sê berpirstiya wê yekê jî xistiye stûyê YPGê.

22.12.2016, Per - 06:42

Endamekî PDK-Sê li Efrînê bi awayekî tarî jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

PDK-Sa Efrînê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku endamê wan ê bi navê Ezet Mihemed Xelîl yê 65 salî roja 19 vê mehê bi darê zorê ji aliyê PYD/YPGê ve bo leşkeriya neçar hat birin, duh jî di rewşeke nediyar de li gundê Til Ecarê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye gotin, ku Ezet Mihemed Xelîl di encama şewitandina konê xwe de li gundê Til Ecarê, ku di bin kontrola YPGê de ye, canê xwe ji dest daye, herwiha hejmareke din jî di wê bûyerê de birîndar bûne.

PDK-Sê berpirseyatiya wê bûyerê xistiye stûyê PYDê û ragihandiye, PYD bi siyaset û kiryarên xwe aştiya civakî li Rojava xira dike.

PDK-Sê bang li hemû rêxistinên yasayî, navdewletî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî jî kiriye ku lêkolînê di bûyera şehîdkirina Ezet Mehemd Xelîl de bikin û fişarê jî li PYDê bikin û pêşiya kiryarên wê yên kirêt bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1538 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x