ENKS bangî PYDê kir; Peymana duhokê bisepînin

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê bangî PYDê kir ku girtiyên wan ên siyasî berde, peymanên Hewlêr û Duhokê bisepîne û dest ji siyasetên xwe yên partiyî berde.

28.12.2016, Çar - 08:51

ENKS bangî PYDê kir; Peymana duhokê bisepînin
Nuçe Belav bike

ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de bal kişand ser şerê Sûriyeyê, rewşa û dirêjbûna şerî û bangî PYD û TEV-DEMê kir ku girtiyên wan ên siyasî berde û peymanên Hewlêr û Duhokê bisepîne û dest ji siyasetên xwe yên partiyî berde.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ENKSê her xwestiye kêşeyên mala kurd çareseer bike û yekdengiyê pêk bîne û wiha dewam kir: "Guman tê de tine ku Encûmena Kurdî her tiştê ji destê wê hat kir ta ku mala kurd serrast bike û her xebitî ta ku yekrêzî û yekhelwestiya kurdan pêk bîne ku bi serperiştiya rasterast a Dîwana Herêma Kurdistanê û bi birêveberiya cenabê Serok Mesûd Barzanî peymanên Hewlêr û Duhokê û pêvekên wê pêk hatin.

Lê PYDê ew pêk neanîn û berovajî wê şêwazeke wiha meşand ku gelekî dîktatorî bû û li gorî pîvanên wê yên partiyî yên taybet bû. Bi vî awayî û bi qanûnên pêkutî desthilata xwe ya çewisîner li ser her kesî û li dijî her kesî sepand".

Ji aliyê din ve, piştî ku ENKSê PYDê bi binpêkirin û nesepandina peymanan tawanbar kir, bal kişand ser hesasiyet û giringiya qonaxa heyî ji bo kurdan û bangî PYDê kir: "ENKS bi giringî û hesasiyeta qonaxa heyî dizane û herwiha baş dizane bê çiqasî giring e ku helwest û gotara kurdan bibe yek lewra bangî PYDê dike ku atmosfer û rewşeke guncav biafirîne û dest ji siyasetên xwe yên li dijî projeya neteweyî ya kurdî berde û kiryarên xwe yên li dijî nirxên mirovatiyê û demokrasiyê li ser ENKSê û dijberan rawestîne û serok û kadirên ENKSê berde".

Herwiha ENKSê bangî TEV-DEMê kir ku ji helwestên partiyî û şerê ragihandinê dûr bikeve û wiha dewam kir: "Bila TEV-DEM demildest peymana Duhokê bi her sê bendên wê yên (siyasî- birêveberî — leşkerî) bi serperiştiya Herêma Kurdistanê û û misogeriyeke navdewletî bisepîne."

ENKSê ji hemû hêzên dijber ên Sûriyeyê xwest ku mafên kurdan ên neteweyî û niştimanî bipejirîne û bangî Amerîka û Rûsyayê jî kir ku fişarê li hemû aliyan bike ta ku her kes bendên Cenevre û Vienayê û biryarên bi wan ve girêdayî pêk bînin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x