ENKS: Emê di civîna Cinêvê de mafên kurdan li Sûriyê garantî bikin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê dibêje, kongreya Cinêvê bo 20 mehê hat paşxistin û ENKSê dê vê carê mafên Kurdan garantî bike.

05.02.2017, Paz - 11:42

ENKS: Emê di civîna Cinêvê de mafên kurdan li Sûriyê garantî bikin
Nuçe Belav bike

Kamîran Haco ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, “Biryar bû di 7ê vê mehê de konigreya Cinêvê birêve çûba, lê ji bo 20 mehê hat paşxistin. Şanda ENKSê jî ligel opozîsyonê bû li Enqerê bo amadekariyên kongreya Cinêvê.”

Kamîran Haco her wiha gotiye, “ENKS xwe ji wê kongireya ya ku ji bo siberoja Kurdistanê ye, amade dike û dê şandeke ENKSê bi fermî tê de amade bibe. Dê kongireya vê carê berfireh be û mijarên girîng tê de bên axaftin. Emê xebat bikin ku mafên Kurdan di destûr û hikûmeta veguhêz de garantî be.”

Haco ku hevdem endamê Polîtburoya PDK-Sê ye jî daye xuyakirin ku dê li Cinêvê di serî de mijara desteya rêveberiya veguhêz bê gotûbêjkirin, nivîsandina destûr jî dê gava duyemîn be. Helbet ev danûstandin ji me re pir girîng in û divê Kurd di desteya rêveberiya veguhêz de beşdar bibin û dê nûneratiya me li gorî hejmara Kurdan be. Herwiha emê hemû hewlên xwe bidin ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de garantî bikin. Em wek ENKSê jî dê pirojeyeke me hebe û emê bibin Cinêvê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x