ENKS îro kongreya xwe li Qamişlo li dar dixe

Desteya Serokatiya ENKSê ragihand, ew dê îro 14 Mijdara 2022an 4mîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz bikin.

14.11.2022, Pts - 05:40

ENKS îro kongreya xwe li Qamişlo li dar dixe
Nuçe Belav bike

Çaremîn kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro saet 10:00 serê sibehê li hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyan, Kongreya ENKSê tenê rojekê berdewam dike û ti mêvan ji bo kongreyê nehatine vexwendin.

Ji bo beşdarbûna di kongreyê de, nûnerên encûmenên xwecihî yên ENKSê hatine hilbijartin û kesayetiyên serbixwe jî hatine destnîşankirin.

Li gorî Desteya Serokatiya ENKSê, niha 16 partiyên siyasî û Encûmena Êzdiyan û kesên serbixwe endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) ne.

Ji sedî 51ê beşdarên di kongireyê de kesên serbixwe ne, û ji sedî 49 beşdaran jî nûnerên partiyên siyasî ne.

Kesên serbixwe jî bi rêya encûmenên xwecihî hatine hilbijartin ku ew jî 18 encûmen in.

Her wiha hat ragihandin ku Şepêla Azadiya Kurdistanê kongreya ENKSê boykot kiriye û beşdar nabe.

Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê Siyamend Haco piştrast kir ku ew beşdarî kongreyê nabin.

Di derbarê sedemê de, Haco eşkere kir ku wan nameyek ji serokatiya ENKSê re şandiye û têde sedemên boykotkirina kongreyê diyar kiriye.

Li gor zanyariyên ku çavkaniyên nêzîkî ENKSê bi dest ketine, Şepêla Azadiya Kurdistanê ji ber sedemên wek tunebûna şefafiyeta madî, rêjeya beşdarbûna kesên serbixwe di kongreyê de û ENKS rê nedaye ku kesên nikarin beşdar bibin bi riya online deng bidin, biryar daye ku kongreya çaremîn a ENKSê boykot bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x