ENKS li Qamişlo amadekariyên kongreya xwe dike

Bi nêzîkbûna li darxistina 4emîn kongireyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Serkirdeyên wê dest bi li darxistina semînar û civînên cemawerî kirin.

05.11.2022, Cts - 19:11

ENKS  li Qamişlo amadekariyên kongreya xwe dike
Nuçe Belav bike

Bi nêzîkbûna li darxistina 4emîn kongireyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Serkirdeyên wê dest bi li darxistina semînar û civînên cemawerî kirine, Sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistan Sûriyê û Endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji endam û alîgirên xwe re behsa rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, binpêkirinên li Efrînê û koçberiya ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kir.

Sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistan Sûriyê Silêman Oso ku di heman demê de endamê Desteya Serokatiya ENKSê ye got, divê binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê bên rawestandin û Îtîlaf li xwe vegere û bizane heta çi astê ew grûp di bin kontrola wê de ne.

Silêman Oso di semînarekî de li bajarê Qamişlo behsa diyaloga Kurdî - Kurdî, koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê û Kongireya ENKSê kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso got: “Divê îtilaf bi xwe bernameyekê dane ku heta çi astê binpêkarî rû didin.”

Di derbarê diyaloga Kurdî - Kurdî de Silêman Oso got, di herdu hevdîtinên dawiyê yên wan bi Amerîkiyan re diyar bûye ku Amerîka li ser serxistina diyalogê ne rij de.

Kongreya 4emîn a ENKSê yek ji mijarên din bû ku hat behskirin. Serkirdeyekî din ê ENKSê ku di wê civînê de amade bû got, ENKSê amadekariyên kongreya xwe kirine û dê di kongreyê de nirxandinek ji bo karê wê di salên borî de bê kirin.

Endama Komîteya Siyasî ya PYKS Nisrîn Çeto got: “ENKSê amadekariyên kongreya xwe kirine û pêkanîna kongreyê gelek girîng e. Di vê kongreyê de em dê baş li ser karên ENKSê bisekinin.”

Serkirdeyekî din jî e ENKSê dibêje wê karê salên borî di kongireyê de bê nirxandin

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî got: “Me weke ENKS di hemû waran de amadekariyên xwe ji bo sazkirina kongreyê pêk anîne çi di warê siyasî yan rêveberiyê de be.”

ENKSê, 26ê Cotmeha 2011yan, li bajarê Qamişlo hate damezrandin, heta niha 3 kongireyên xwe lidar xistine û amadekariyê ji bo lidarxistina kongireya çarem dike, ku li gorî ragihandina serkirdeyên ENKSê, tê pêşbînîkirin di demeke nêzîk de bê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:43:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x