Endameke rêveberiya ENKSê (Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê) ragehand: ‘’Hevpeymaniya NATO perwerdeya hêzên Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê dike û Amerîka jî dixwaze ew vegerin.’’
Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kar tê kirin ku hêzên Pêşmergeyên roj bê berfireh kirin û perwerdeyên wan bên zêdekirin. Her amadekariyek hatiye kirin, ku ew hêze biçe Kurdistana rojava, lê dema çûna wan nehatiye diyar kirin.’’ herwaha got: ‘’Naha NATO perwerdeya hêza rojavayê Kurdistanê dike, bendevarî hene ku ew hêz li navçeyên aram bên bicîh kirin.’’
Herwaha diyar kir, li gel Amerîka û hêzên din gotûbêj hatine kirin ku bi tenê YPG nikare parastina Kurdistana rojava bike, ji ber vê jî divê hêza Pêşmergeyên roj bo parastina Kurdistana rojava vegere û çekên giran jî, ji wan re bê dayîn.