ENKS: PYD berpirsyar e

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, şewtandina nivîsgeh û navendên wan û derkirina serkiride û girtina kadroyên partiyên di ENKSê de ji aliyê asayişê ve, PYD berpirsiyar e.

04.03.2017, Cts - 10:42

ENKS: PYD berpirsyar e
Nuçe Belav bike

Piştî bûyera navbera Pêşmerge û YBŞê yên ser bi PKKê ve li nahiya Sinûnê û komelgeha Xanesorê ya ser bi şengala Başûrê Kurdistanê ve, li Rojavayê Kurdistanê jî asayişê di şevekê de nêzî 20 kadir û endamên Partiya Demoqrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê deste desteser kirin.

Herwiha di roj û şevekê de, herdu ofîsên xwecihiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê û Dêrikê rastî êrîş û şewtandinê hatin, ji bilî vê yekê jî li bajarê Qamişlo nivîsgeha PDK-S û PYKSê êrîş lê hat kirin.

Enmîndariya Giştî ya ENKS di daxuyaniya xwe de ragihand, ku PYD berpirsyariyê van kiryaran e.

ENKS amaje bi wê yekê dike, ku ne serkeftina plana PYDê di warên siyasî, dîplomasî û meydanî de, PYD bi van kiryaran dixweze wê mijarê di nav xelkên Rojava û ragihandinê de winda bike.

ENKSê bang li hêzên Kurdistanî û civaka navdewletî kir, da ku fişarê li PYDê bikin, da ku hemû girtiyên siyasî azad bike û dev ji kiryarên xwe yên hovane berde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:29:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x