Derbarê êrişên endam û alîgirên PYDê li dijî ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kongireyek rojnamevanî lidar xist û tê de amara êrişên li ser avahî û ofîs û alîgirên ENKSê eşkere kir.
Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî di wê kongireyê de ragihand: “Ew endamên me yên ku PKKê ew avêtine binê zindanan, xwedî xebateke dûrûdirêj in û baweriya wan bi mafê gelê wan û bi Kurdistaneke azad heye. Lê em dibêjin ku kes nikare rih û canê kurdayetiyê ji dilê xelkê Rojavayê Kurdistanê derxîne.”
Xalid Elî her wiha got: “Rêjîma Sûriyê PKK berda ser çavê me ji bo jinavbirina tevgera rizgarîxwaza Kurd. Yekem terorkirina siyasetmedarên Kurd ên Rojava li ser destê PKKê bû û heta niha jî terora wê berdewam dike.”
Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku PKK li Rojava darê destê rêjîma Sûriyê ye. PKK qet ne aliyekî Kurdî ye. Siyaseta wê faşil e. Ew karên ku PKKê li Rojavayê Kurdistanê kiriye, ne Beşar Esesd û ne jî bavê wî nikarîne bînin serê me, ku demografiya Rojavayê Kurdistanê guhertine.