ENKSê amadekariyên kongireya xwe ya 4. temam kir

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) amadekariyên lidarxistina çaremîn kongreya xwe ya giştî biserî kirin. Tê bilêvkirin ku di nava çend rojên bê de kongre li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.

10.08.2022, Çar - 05:02

ENKSê amadekariyên kongireya xwe ya 4. temam kir
Nuçe Belav bike

Bi nêzîkbûna lidarxistina 4. Kongreya ENKS daxwazên guhertin û çaksaziyên tên kirin. Herwiha hin rexne li şêwazê hilbijartinên kesayetiyên serbixwe ji bo endamtiya kongreyê tên girtin.

Tê zanîn ku Şepêla Azadiya Kurdistanê, di nameyekê de ji bo serokatiya ENKS, daxwaz kiriye ku biryarên ENKS bi hevbeşî bên standin, zelalî di rewşa diravî de hebe û endamtiya ENKSê di Îtîlafa opozisyonê de bê ragirtin û hevpeyvîna ligel PYNK bê berdewamkirin.

Di vê derbarê de, Dr. Kawa Ezîzî, serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê da zanîn ku daxwazên guhertinê ji bo pêşxistina ENKSê ne.

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî got: “Bê guman ENKS ne yek partî ye, lê ji çend partiyan pêk tê. Ev jî dê bibe derfet ku bikare xwe biguherîne û ev tişteke gelek asayî ye. Fikrên û pêşxistina ENKSê bi çi awayî dibe bila bibe ew cihê dilxweşiya me ye.”

Li aliyekî din, di nameyekê de bi navê Desteya Kesayetiyên Serbixwe, rexneyên tund li ENKS hatine girtin derbarê şêwazê hilbijartina nûnerên serbixwe.

Kesayetiya Serbixwe Zêd Sifûk got: “Weke hûn dizanin me weke 300 kesên serbixwe bayannameyek belav kir û tê de diyar kir ku di em beşdarî kongreya ENKSê nabin. Me bi nameyekê ev biryara xwe ji Serok Barzanî re jî zelal kir û me gotiye ku îdiayên hinek kesên serbixwe tevlî ENKSê bûne ne rast e. Mixabin heta îro jî ENKS dûrî berjewendiyên gelê Kurd e, û çend kes di nava ENKSê de hene destê xwe danîne li ser serokatiya wê.”

Lê serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê got, kesayetiyên serbixwe bi hilbijartin hatine diyarkirin.

Li gorî zanyariyan çavkaniyên agehdar bidest xistine, tevahiya amadekariyên kongreyê hatine kirin. Biryar hatiye dayin ku kongre li bajarê Qamişlo bê lidarxistin. Hin nakokî di nava ENKSê de li ser hijmara endamên serokatiyê hene, lewma heta niha roja lidarxistina kongreyê nehatiye destnîşankirin. Lê çavkaniyeke agahdar ji nav ENKS ji Rûdawê re da zanîn ku eger heya kongre li dawiyê vê meha Tebaxê bê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x