ENKSê pêkanîna 4emîn Konferansa Niştimanî ya Kurdî gotûbêj kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand, wan civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xistine.

22.07.2022, Cum - 06:53

ENKSê pêkanîna 4emîn Konferansa Niştimanî ya Kurdî gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Civînê bi nirxandina serdana şanda partiyên encûmenê bo Herêma Kurdistanê û civîna li gel cenabê Serok Mesûd Barzanî dest pê kir û di wê hevdîtinê de cenabê wî tekezî li ser berdewamiya piştevaniya xwe bo doza Kurd a li Sûriyê û xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û çareserkirina daxwazên penaberên Sûrî yên li Herêmê kir. Civînê pesnê helwesta cenabê wî li ser piştgiriya gelê Kurd di hemû astan de kir û ENKSê baweriya xwe bi serkirdetiya wî ya bi hîkmet a ji bo miletê Kurd anî ziman.”

Hat eşkerekirin: “Di civînê de li ser têgihiştinên aliyên ENKSê hate gotûbêjkirin, ku di serî de lidarxistina Çaremîn Kongreya Niştimanî ya Kurd di demeke nêzîk de, di civînê de piştî çend guhertinan madeyên rêxistinî hatin pesendkirin û piştre komîteyên çavdêriya hilbijartinan hatin avakirin.”

ENKSê diyar dike: “Gefên Tirkiyê li ser dagirkirina navçeyên din ên Sûriyê berdewam in û ji ber vê yekê, nîgeranî û alozî di nav welatiyan de derketiye holê.”

Herwiha destnîşan kir: “Di vê derbarê de, di civînê de daxwaz ji civaka navdewletî hate kirin ku rê li destwerdana Tirkiyê bigrin, ji ber ku encamên cidî yên li ser wêranî, xerabî û pêlên koçberî û penaberiyê derdikevin holê.”

Di civînê de binpêkirinên berdewam ên li dijî gelê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî hatine şermezarkirin û ji civaka navdewletî hatiye xwestin ku dawî li vê yekê were anîn, berpirsyarên vê yekê werin darizandin û kesên ku ziyan dîtine werin qerebûkirin û bi destê şêniyên wê yên resen werin birêvebirin. Herwiha tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li guhertina demografiyê û vegerandina ewle ya xelkê bo deverên xwe yên resen û vegerandina milkên wan ên dizî û desteserkirî werin pêkanîn.

Di dawiya civînê de, amadebûyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya lidarxistina Çaremîn Kongreya Niştimanî ya Kurdî kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x