Çavkaniyeke taybet ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re da zanîn ku nişteciyên gund ji bo protestokirina qutkirina elektirîkê ketine girevê.
Li gor heman çavkaniyên Mexmûriyên gund asayişa Rêveberiya Xweser kevirbaran kirine û di encamê de 3ê endamên asayişê birîndar bûne.
Bi gotina heman çavkaniyê, asayişa Rêveberiya Xweser 2 kesên beşdarî grevê girtine.
Çavkaniyê diyar kir, ku nişteciyên Hîmo ji roja çarşema borî ve ketine gireveke vekirî ji bo protestokirina qutkirina elektirîkê.
Herwiha çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve, elektirîk li ser gundê Hîmo ne dihat qutkirin û wekî çargoşeya emnî û malên efserên hikûmeta Sûriyê her tim elektirîk li Hîmo hebû.