Êrişên Tirkiyeyê metirsiya pêleke din a koçberiyê zêde kir

Zêdeyî hefteyekê ye topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

11.10.2023, Çar - 06:09

Êrişên Tirkiyeyê metirsiya pêleke din a koçberiyê zêde kir
Nuçe Belav bike

Ji ber wan êrîşan ji bilî ziyanên canî, gelek ziyan gihştiye jêrxana aborî û sivîlan, rewşa xelkê xerabtir bûye û tirsa ji êrişên din jî zêde bûye.

Ji ber êrişan piraniya ziyanên digihêjin welatiyên sivîl û navendên xizmetguzariyê û pêdiviyên jiyana rojane ya nişteciyên wan navçeyan.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Ebdulhekîm Ehmed Mihemed diyar kir ku ev rewşa bêserûber û metirsîdar, dibe ku bibe sedema pêleke din a koçberiyê ji wan navçeyan.

Ew êriş, Dêrik, Çil Axa, Tirbe Spiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Til Temir, Zirgan, gundewarên Girê Spî, Eyn Îsa, Kobanî, Minbic, Şehba, Til Rifeet û Efrînê li xwe digirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku Civaka Navdewletî li beramber van êrîşên Tirkiyeyê bêdeng e.

Li gorî heman daxuyaniyê ew bêdengî jî dibe sedema encamdana komkujiyên bêhtir ji aliyê Tirkiyeyê ve.

Di heman çarçoveyê de, Hêzên Ewlehiya Navxwe “reşgirêdana giştî” 3 rojan, li wan navçeyan ragihand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x