Fermandara HSDê di êrîşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Sîham Mislim bi navê kod "Mizgin Kobanî" di êrîşeke Tirkiyê ya bi dron de jiyana xwe ji dest daye.

04.07.2022, Pts - 06:47

Fermandara HSDê di êrîşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşa bi dron a artêşa Tirkiyê li parêzgeha Reqayê ku tê de otomobîlek hatibû armanckirin, daxuyaniyek belav kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihandiye, roja 2ê Tîrmehê artêşa Tirkiyê bi dronekê li gundewarê Reqayê otombîlek kir armanc û di wê êrîşê de Fermandara HSDê û endama YPJ’ê Sîham Mislim bi nasnavê “Mizgin Kobanî” jiyana xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku Sîham Mislim anku Mizgin Kobanî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û 22 salî bûye.

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk amaje bi wê yekê kiriye, ku “Tirkiye di êrîşên xwe yên wê dawiyê de bi taybet rayedarên wan ên jin dike armanc” û gefa tolhildanê kiriye.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku di heman êrîşê de 2 endamên HSDê jî birîndar bûne.

HSDê derbarê endamên xwe yên birîndar de ti agahiyek belav nekiriye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) duh ragihandibû ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê de ku bi dronê hat kirin û têde wesayitek hat armanckirin, Fermandarek û 3 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

SOHR’ê ragihand ku wesayît dema ku di navbera kampa Eyn Îsa ya Reqayê û nuqteya kontrolê ya Tel El-Samen de derbas dibû, hate hedefgirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x