Fermandarê berê yê CENTCOMê: Amerîka bila hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle

Generalê Amerîkî Kenneth McKenzie diyar kir divê Amerîka hêzên xwe li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bihêle.

05.10.2024, Cts - 10:43

Fermandarê berê yê CENTCOMê: Amerîka bila hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle
Nuçe Belav bike

Fermandarê berê yê Fermanderiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth F. McKenzie ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Kenneth F. McKenzie li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê wiha got:

“Divê şerê li dijî DAIŞê berdewam bike. Hevkariyên me yên bi Îraqê re li ser bingeha rêkeftinên li gel hevpeymanan berdewam in.

Di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstiya me bi hebûna mayînde ya rojhilatê Sûriyeyê heye.

Ji bo vê jî pêwîst e em tevî hevpeymanên xwe yên Kurd û Ereb li bakur û başûrê çemê Firatê bi hev re tevbigerin.”

McKenzie di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê, komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike metirsiyê li ser hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê durist dikin.

Li gorî gotina McKenzie, Îran dikare komên çekdar kom bike, şer gurtir bike û fermana êrişa ser hêzên Amerîkî bide.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 61 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x