Fransayê 55 welatiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin
Wezareta Dereve ya Fransayê ragihand, 55 welatiyên xwe yên li kampeke Rojavayê Kurdistanê vegerandine.
Wezareta Dereve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, wan 15 jin û 40 zarokên Fransî yên endamên malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê wergirtine û vegerandine welat.
Wezareta Derve ya Fransayê ragihandiye, rewşa zarokan dê were şopandin heta rewşa wan asayî dibe.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:55