Fuad Husên di civîna wezîrên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de li Riyadê ragihand, hikûmeta Iraqê kar li ser baştirkirina xizmetguzariyan û avakirina jêrxana wê bi bihêzkirina aborî û rûbirûbûna gendeliyê dike, herwiha seqamgîriya asayîşa navçeyên azadkirî û vegera awareyan jî beşek ji pêngavên wan e.
Husên tekez kir ku Iraq rijd e li ser bidawîanîna dosyeya awareyan di nav xwe de û heta niha 148 kamp hatine girtin û tenê du kamp li Neynewa û Enbarê û 26 kamp li Herêma Kurdistanê mane. Herwiha dibêje, nêzîkî sê hezar çekdarên DAIŞê ji Sûriyê wergirtine û piraniya hatine dadgehîkirin.