Geir Pedersen: Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer peyama hêviyê bû

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen got, “Ez bawer dikim ku rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Birêz Şer û Birêz Mezlûm Ebdî de pir girîng e. Ev rêkeftin peyameke hêviyê ji hemû Sûriyeyê re dişîne.”

26.04.2025, Cts - 09:58

Geir Pedersen: Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer peyama hêviyê bû
Nuçe Belav bike

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê civiya û mijara Sûriyeyê li rojeva civînê bû.

Vê carê balkêş bû ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî beşdarî civînê bû û alaya nû ya Sûriyeyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bilind kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê 2025an rêkeftinek îmze kir.

Geir Pedersen got, “Ez bawer dikim ku rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Birêz Şer û Birêz Mezlûm Ebdî de pir girîng e.”

Wî li ser “bipêşketin” û “astengî”yan jî got:

“Wekî hûn dizanin, çend bipêşketin û gav hene ku her du aliyan li ser wan li hev kiriye lê hîn jî gelek astengî hene. Em hêvîdar in ku hemû alî vê pêvajoyê teşwîq bikin.”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr:

Rûdaw: Birêz Geir Pedersen, zor spas ji bo wextê te. Tu li Şamê bûyî, ez dizanim gelek tişt diqewimin û rûpelekî nû hatiye vekirin. Tu dikarî ji min re bibêjî, çi qasî girîng e ku rêkeftinek di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin?

Geir Pedersen: Ez bawer dikim ku rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Birêz Şer û Birêz Mezlûm Ebdî de pir girîng e. Ev rêkeftin peyameke hêviyê ji hemû Sûriyeyê re dişîne, ku hûn dikarin tiştan bi awayekî aştiyane bi rêya dan û standinan çareser bikin ku Sûriyeyî bi xwe rêberiya wan bikin.

Wekî hûn dizanin, çend bipêşketin û gav hene ku her du aliyan li ser wan li hev kiriye lê hîn jî gelek astengî hene. Em hêvîdar in ku hemû alî vê pêvajoyê teşwîq bikin.

Wekî îro me di Konseya Ewlehiyê de bihîst, rêkeftinek heye ku divê piştgirî ji vê pêvajoyê re were kirin. Em hêvî dikin ku ev were bicîhanîn û dema ku em cara pêşiya me li ser vê yekê biaxivin, em karibin bipêşketinên zêdetir bibihîzin.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 108 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:31:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x