Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duh (În, 21.02.2025) amaje da, “Hêzên Hevpeymanan ji bo bihêzkirina bingeh û pêgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê, li deriyê sinorî yê Elwelîdê alîkariyên xwe yên serbazî gehandin bingehên xwe yên serbazî li Rojavayê Kurdistanê.”
Li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, ew alîkariyên serbazî ji zirîpoş û tankerên sotemeniyên çek û teqemenî û sindoqên bendkirinê pêk hatibûn, tevaya wan alîkariyan jî gehandine bingeha Qesrekê li devera Wezîrê ya Rojavayê Kurdistanê.