Hevpeymaniya Navdewletî: Em êrîşa li Hesekê şermezar dikin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa duh a asmanî ya li Hesekê ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û 11 ji wan jî birîndar bûbûn şermezar kir

20.08.2022, Cts - 08:14

Hevpeymaniya Navdewletî: Em êrîşa li Hesekê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa 18ê Mijdarê ya li ser navendeke perwerdehiyê ya zarokên keç ya li Hesekê şermezar kir ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û çend kesên din jî birîndar bûbûn. Hevpeymaniya Navdewletî dibêje “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikin.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê êrîşa duh a asmanî ya li Hesekê ku di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn û 11 ji wan jî birîndar bûbûn şermezar kir

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê derbarê êrişa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan li ser navê Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyê bertek nîşanî êrişê da û got “Êvara 18ê Tebaxê, sîstemeke bê firokevan a çekdar li komek zarokên keç ên ku voleybolê dilîzin, ku di bernameyeke ragihandina perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li Hesekê çalak bûn, ket.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li ser navê CJTF-OIR, ez vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikim.”

Brennan di beşeke din a daxuyaniyê de êrişê wek dijî qanûnên şer bi nav kir û got “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em sersaxiyê ji malbatên miriyan re dixwazin û ji birîndaran re jî derbasbûnê dixwazin.”

Herwiha Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî tekez kir ku êrişên bi vî rengî têkoşîna li dijî DAIŞê dike xeterê û wiha berdewam kir “Zêdebûna dijminatiya leşkerî li bakurê Sûriyê aloziyê li herêmeke nazik ku xetera DAIŞ lê heye, çêdike. Em bang li hemû aliyan dikin ku demildest rageşiyê kêm bikin û dawî li çalakiyên ku destkeftiyên şerê girîng ên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine, dixin xeterê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x