Hêzeke Amerîkayê gihîşt Kobaniyê

Hêzêke Amerîkayê derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

24.12.2024, Sal - 12:01

Hêzeke Amerîkayê gihîşt Kobaniyê
Nuçe Belav bike

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.

Her wiha hêzên Rûsyayê yên li Kobaniyê jî vekişiyan.

Li aliyê din li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de di navbera komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê û HSDyê d şer û pevçûnên girdan derdikevin.

Tirkiye jî gefên operasyonê li bajarê Kobaniyê dixwe.

Di bin gefên operasyonê de, Hêzên Hevpyemaniya Navneteweyeyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya bi serkêşiya Amerîkayê derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Çavkaniyeke taybet ji ajansa Rûdawê re ragihand ku vê sibehê hêzeke Amerîkî derbasî bajarê Kobaniyê bûye.

Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku ew hêz dê li Kobaniyê bimîne.

14ê Kanûna Pêşîn a 2024an jî hêzeke Amerîkayê derbasî Kobaniyê bûbû.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x