Hêzeke Amerîkî derbasî nav Kobanî bû

Şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya hêzên Amerîkî serdana herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir.

24.08.2022, Çar - 12:46

Hêzeke Amerîkî derbasî nav Kobanî bû
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, roja Duşembê 22ê Tebaxa 2022an şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya hêzên Amerîkî serdana herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir û li gel fermandariya HSDê li herêmê civiya.

Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku çûna hêzên Amerîkî ji bo lidarxistina civînê ligel hêzên HSDê û nirxandina rewşa meydanî li herêmê bûye.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku meha bihorî jî, hêzeke Amerîkî çûbû Til Temir û baregeha berê ya Fîrqeya 17 a artêşa Sûriyê li bakurê Reqayê, da ku rewşa meydanî binirxînin.

Roja 20ê Tîrmeha îsal Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Abdî re civiyabû.

Di hevdîtinê de mijarên wek operasyonên hevbeş, gef û metirsiyên kampa Holê û girtîgehên ku kesên DAIŞî têde ne, herwiha gefên Tirkiyê bo lidarxistina operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin.

Rojek piştî wê hevdîtinê, droneke Tirkiyê otomobîlek li bajarê Kobanî kire armanc ku di êrîşê de 2 endamên HSDê canê xwe ji dest dan.

Herwiha di 22ê Tîrmehê de jî Tirkiyê li bajarê Qamişlo êrîşeke bi dronê pêk anî û di encamê de Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, Selwa Yûsif tevî du şervanên din canê xwe ji dest dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x