Hêzên Amerîkayê li Rojava berpirsekî DAIŞê kuştin

Di operasyoneke taybet ya Hêzên Amerîkî de, duh bi şev, li gundewarê başûrê Qamişlo ku di bin kontrola hikêmeta Sûriyê de ye, berpirsekî DAIŞê hate kuştin.

07.10.2022, Cum - 05:28

Hêzên Amerîkayê li Rojava berpirsekî DAIŞê kuştin
Nuçe Belav bike

Hêzên Amerîkî, bi operasyonek taybet de ragihand ku berpirseki DAÎŞ'i hatiye kuştin.

Di wê operasyonê de hejmarek helîkopterên Amerîkî beşdar bûn.

Operasyon li gundê (Milûk Seray), çêbû, berpirsê Daişê yê ku hatiye kuştin navê wî (Ebû Hayil) bû.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkî di derbarê wê operasyonê tu zanyarî nedan.

Gundê ku operasyona hêzên Amerîkî lê hate kirin, 17 kîlometreyan dûrî Qamişlo ye.

Piştî operasyonê, medyaya fermî ya Sûriyê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê şeva Çarşemê li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bi helîkopteran kirine û operasyon li gundê Malûk Serayê ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x