Hêzên Rûsya û Tirkiyê gereke leşkerî li Dirbêsiyê û Amûdê pêk anîn

Li gundewarên her du bajarên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya hevbeş a Rûsî-Tirkî hat kirin.

18.11.2022, Cum - 09:01

Hêzên Rûsya û Tirkiyê gereke leşkerî li Dirbêsiyê û Amûdê pêk anîn
Nuçe Belav bike

Bi rêya 8 zirxpoşên hevbeş û çavdêriya 2 helîkopterên Rûsî hat kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh Pêncşembê 17ê Mijdarê hêzên Rûsya û Tirkiyê li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya hevbeş pêk anîn.

Di wê gera hevbeş a serbazî de 8 wesayitên zirhî yên Rûsya û Tirkiyê û herwiha du helîkopterên Rûsyayê beşdar bûn

Gera leşkerî ya Rûsî-Tirkî ji gundê Delîkê li rojavayê Dirbêsiyê destpê kir û heta gundê Til Kermê yê sînorê Amûdê bi dawî bû.

Roja 3ê Mijdarê jî, li gundewarê Dirbêsiyê gereke serbazî ya Rûsî-Tirkî hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x