Hêzên Sûriyê xalên xwe li derdora Kobaniyê bihêztir dikin

Pira ku rojava û rojhilatê Feratê ji herêma Kobaniyê ve bi hev re girê dide, Hikûmeta Sûriyê her heşt xalên xwe yên serbazî li herêmê bi hêzên zêde qayim dike.

13.12.2022, Sal - 20:08

Hêzên Sûriyê xalên xwe li derdora Kobaniyê bihêztir dikin
Nuçe Belav bike

Hatina hêzên Sûriyê pirsa çarenivîsa Rêveberiya Xweser li Kobaniyê dixe rojevê. Di vê derbarê de, Mûsa Kino endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrat Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ku beşeke ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hêzên Sûriyê bêyî destûra HSD nikarin derbasî herêma Kobaniyê bibin.

Mûda Kino got "Bi rastî ji gefên Tirkiyê li ser bajarên me û êrişa wê li ser Kobanî rewşa Rêveberiya Xweser li saz e û her kes karê xwe dike û maneviyata xwe bilind in û ti pirsgirêk tinene lê hinek hêzên Hikûmeta Sûriyê derbasî aliyê Minbicê û Eyn Îsayê bûn û erka wan li ser sînor in. Karê xwe dikin, ti carê bêyî destûra HSDê nikarin derbasî nav bajêr bibin. Rewş weke berê ye ti pirsgirêk tinin, lê em hêvî dikin hêza HSDê û hêza Hikûmeta Sûriyê li kêleka hev bisekinin. Ev êriş û gefên Tirkiyê li ser me karibin red bikin. Û em ji hêzên navdewletî dixwazin çi Amerîka çi jî Rûsya li dewleta dagirker Tirkiyê zextê bikin ku êrişên xwe bi ser me de neyne."

Derbarê egera rûbirûna hêzên bi êrîşeke Tirkiyê re, Qasim el-Xetîb, endamê Komîteya Destûrî ya Sûriyê ji Rûdawê re got, artêşa Sûriyê nikare rêgiriyê li tu êrîşên derekî bike.

Qasim Xetîb dibêje "Rejîma Sûriyê nikare di rûyê tu êrîşeke derekî ya bejayî de dekeve, çi Tirkî be û çi jî seyonîzt be, û îrroj, ji rejîma Sûriyê ne gelê Sûriyê, ne xaka Sûriyê û ne jî ceyografiya Sûriyê girîng e, tenê ji bo wî 1 kîlometre yan 2 kîlometreyên çargoşe girîng in ku koşka Mûhacirîn e ku tê de rûniştiye. Tevî wiha jî, tişta ku ji kesên birûmet û welatperwer ên Sûriyê, bi Ereb û Kurd û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê, tê xwestin ew e ku ligel hev haşt bibin û bi hev re li pêş her metirsiyekê yan jî êrîşeke derekî rawestin."

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên taybet wergirtine, hikûmeta Sûriyê wergirtina saziyên Rêveberiyê û tevahiya dam û dezgehên herêmên sînorî wekî merc ji bo parastina sînor datîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:26:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x