HSD: Hevdîtinên me bi Rûsyayê re berdewam in

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Aram Henna ragihand ku hevdîtinên wan ligel Rûsyayê berdewam in.

29.11.2022, Sal - 12:59

HSD: Hevdîtinên me bi Rûsyayê re berdewam in
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de, Berdevkê HSDê Aram Henna got, “Derbarê daxuyaniya min a berê de li ser hevdîtina ligel Rûsyayê û mercên Tirkiyê, hevdîtinên me yên berdewam ligel aliyê Rûs hene û ew hevdtinên girîng in.”

Aram Henna diyar kir, “Tiştek negihiştiye destê me ji bilî hewlên kêmkirina aloziyê di çarçoveya parastina aramî û rêgirîkirina li pêkanîna her dijminkariyekê.”

Berdevkê HSDê Aram Henna pêştir derbarê hevdîtina Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûriyê Aleksander Çayko û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanî de ji televîzyona Al Arabiya re gotibû, Rûsan di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirk ragihandine.

Henna di wê daxuyaniya xwe de derbarê şert û mercan de agahî nedabû, lê gotibû ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.

Medyayên cîhanê û navçeyê belav kirine ku Fermandarê Hêzên Rûsyayê yê li Sûriyê Aleksander Çayko roja Yekşemê 27ê Mijdara 2022an serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û derbarê operasyona nû ya Tirkiyê de li bajarê Hesekê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re civiyaye.

Berdevkê din ê HSDê Siyamend Elî ji Associated Press (AP) re piştrast kiriye ku roja Yekşembê 27ê Mijdarê hevdîtinek di navbera Mazlûm Kobanî û Aleksander Çayko de hatiye kirin, lê belê ragihandiye ku ew hûrgiliyên hevdîtinê nizane.

Li aliyê din televîzyona El Meyadîn (Al Mayadeen) a Lubnanê jî ragihandiye ku Çayko û Ebdî di hevdîtina li bajarê Hesekê de rageşiya li ser deverên sînorî û hewldanên bo rêgirîkirina li ber operasyoneke bejayî ya Tirkiyê gotûbêj kirine.

Li gorî nûçeya El Mayadinê, Çayko di hevdîtinê de pêşniyar kiriye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bên bicihkirin.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x