HSD li Dêrezorê kontrolên xwe zêde dike: 120 xalên leşkerî danîn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser peravên Çemê Ferat 120 xalên leşkerî danîn.

02.11.2023, Per - 08:08

HSD li Dêrezorê kontrolên xwe zêde dike: 120 xalên leşkerî danîn
Nuçe Belav bike

Nivîsgeha Ragihandinê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku HSDyê li Dêrezorê li ser peravê Çemê Feratê 120 xalên leşkerî danîne.

Li gorî daxuyaniyê, ev xalên leşkerî ji bo xurtkirina çavdêriyan û rêgiriya li ber derbasbûna grûpên çekdar hatine danîn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî ji bo van xalan amûrên çavdêriyê yên termal dabîn kirine.

Di van çend rojên borî de, grûpên çekdar gelek caran hewl didin ji aliyê rojavayê Çemê Feratê derbasî rojhilatê çem bibin.

Rojavayê Çemê Feratê di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ye û rojhilatê çêm jî di kontrola HSDyê de ye.

Li Dêrezorê 3 kes hatin girtin

Li aliyê din, HSD ji bo aramkirina rewşa li Dêrezorê xebatên xwe zêde dike.

HSDyê di operasyonekê de li gundewarê rojhilatê Dêrezorê 3 kesên bi navên Îbrahîm el-Beşîr el-Hinta, Ehmed el-Beşîr û Sultan Xalid Taha girtine.

Li gorî agahiyan, ew 3 kes, li Taxa el-Şeraiyê ya bajarokê Hemamê yê Dêrezorê hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x