HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li ser Kampa Holê civiyan

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan bi şandeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Wezareta Derve ya Amerîkayê ku serdana Kampa Holê kiribûn re civiya. Di hevdîtina navbera aliyan de hat ragihandin ku rojeva sereke Kampa Holê ye.

01.09.2022, Per - 06:34

HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li ser Kampa Holê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), roja Çarşema 31ê Tebaxa 2022an Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Mehmûd Berxwedan bi şandeyên Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Derve ya Amerîkayê yên ku serdana Kampa Holê ya li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn re civiya.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mehmûd Berxwedan bi şandeyan re li ser rewşa mirovî û ewlekarî ya Kampa Holê û gefên DAIŞê yên li hundir û derveyê kampê gotûbêj kiriye.

Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi piştgiriya HSD, YPJ û YPGê di 25ê Tebaxê de li Kampa Holê operasyoneke bi navê “Çalakiya Mirovî û Ewlekariyê” dabû destpêkirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêza Peywira Hevbeş (CJTF) Carl Harris û Nûnerê nû yê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger serokatiya şandeyan kir.

Hate ragihandin ku HSDê bal kişand ser xeteriyên heyî û yên pêşerojê yên li Kampa Holê û got, “Xemsariya navdewletî a li hember bangewaziyên Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina vê dosyayê û nedana piştevaniya pêwîst û nepejirandina welatan ji bo welatiyên xwe û her wiha bêbersivmayîna wan bangan pirsên girîng in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:51:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x