Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan bi piştîvaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî, bi ser baxçeyê El-Celaa li bakurê bajarê Reqayê de girtine û sê çekdarên şaneyên DAIŞê girtine.
Heman çavkaniyê da zanîn ku di dema kontrolkirina cihê wan de dest danîne ser hejmarek amûr û kelûpelên ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn.
Roja 22ê Îlonê jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk otomobîleke bombekirî ya çekdarên DAIŞê li gundewarên Til Hemîsê pûç kiribûn.