HSDê şaneyeke DAIŞê li Dêrezorê girt

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand li gundewarên Dêrezorê berpirsekî DAIŞê û du kesên alîkarên wî girtin.

25.01.2023, Çar - 05:46

HSDê şaneyeke DAIŞê li Dêrezorê girt
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di çarçoveya operasyonên xwe de, li dijî çekdar û şaneyên veşartî yên DAIŞê, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) roja Şemiyê 21yê Çileya 2023ê, li Dêre Zorê operasyonek, encam da.

Operasyona HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li navhiyeya El-Şihêl, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê bû, li dijî şaneyeke DAIŞê, ku alîkariya lojestîk ji bo çekdarên DAIŞê pêşkêş dikir.

Di wê operasyonê de, ku li ser du qonaxan hate encamdan, berpirsekî DAIŞê û du kesên alîkarên wî hatin girtin.

Hevdem hêzên HSDê dest danîne ser hejmarekê ji çek, teqemenî û mobaylan ligel endamên wê şaneyê, ku ji bo karê xwe bikara tanîn.

Berî niha, 10ê vê meha Çile, Hêzên Berengarbûna Terorê (YAT) ên ser bi HSDê, li nahiyeya El-Sebxe ya gundewarê rojhilatê Dêre Zorê girte ser şaneyeke DAIŞê, tê de di şer û pevçûnekê de, 2 endamên wê şaneyê kuştibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x