HSDyê li Dêrezorê 2 DAIŞî girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de li rojhilatê Dêrezorê 2 DAIŞî girtin.

25.01.2025, Cts - 10:39

HSDyê li Dêrezorê 2 DAIŞî girtin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku di operasyoneke ewlehiyê de li rojhilatê Dêrezorê 2 fermandarên DAIŞê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li ser agahiyan û tesbîtkirina cihên ku DAIŞiyan xwe lê veşartine, li bajarokê Xeşamê yê rojhilatê Dêrezorê operasyonek encam da.

DAIŞiyên ku hatin girtin Kerîm El Nehar û Ebdulkerîm Emîr El Kerîm El Nehar in û her du jî ji Xeşamê ne.

HSDyê ragihand ku destê her du DAIŞiyan di êrişên terorîstî yên li dijî hêz û saziyên sivîl û depoyên sotemeniyê de heye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku HSD hem li hemberî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê li ber xwe dide û hem jî li dijî DAIŞê operasyonan didomîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:13:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x