Şeva Şemî ya ser Yekşemê, çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam hejmarek gund li başûr û rojavayê Efrînê kontrol kiribûn.
Li gor çavkaniyên grûpên opozîsyona Sûriyê, Heyeta Tehrîr el-Şam, anku Cebhet el-Nusre ya berê, ji gundên ku li başûrê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji destê çekdarên Feyleq el-Şam derxistibû derketiye lê çavkaniyên taybet bi Rûdawê li navçeyê gotin, “Çekdarên Cebhet El Nusre derneketine û hîn li wan navçeyan tên dîtin.”
Duh çavkaniyên opozîsyonê gotibûn ku çekdarên Cebhet El Nusre hêzên xwe ji gundên Basûfan, Fafertîn û Kebaşînê li gundewarê Efrînê vekişandin û ber bi Idlibê ve çûne.
Şeva Şemî ya ser Yekşemê, çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam hejmarek gund li başûr û rojavayê Efrînê kontrol kiribûn.
Feyleqa 3 û Ehrar el-Şam gihiştine rêkeftinekê ku herdû alî dîlên hevdû berdin û rewşê aram bikin