Îlham Ehmed: Asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê aloziyê kûrtir dike

Îlham Ehmed derbarê hewlên nêzîkbûna Tirkiye û hikûmeta Sûriyê de got: “Asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê aloziyê kûrtir dike.”

23.08.2022, Sal - 06:34

Îlham Ehmed: Asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê aloziyê kûrtir dike
Nuçe Belav bike

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed derbarê hewlên nêzîkbûna Tirkiye û hikûmeta Sûriyê de got: “Asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê aloziyê kûrtir dike.”

Roja 19ê Tebaxê, Serokomarê Tirkiyê ragihand ku divê Tirkiye li gel Sûriye pêngavên pêşdetir biavêje, herwiha eşkere kir ku ne karê Tirkiyê ye Serokkomarê Sûriye Beşar Esed ji ser desthilatê rake.

Karvedanên daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya derbarê asayîkirina peywendiyên li gel Sûriyê berdewam in. Piştî herdû civînên Tehranê û Soçî, hewlên nêzîkbûna di navbera Tirkiyê û Sûriyê de zêdetir bûne. Zanyariyên ku belav bûne, diyar dikin ku Tirkiyê jinavbirina HSD û Rêveberiya Xweser weke merc ji bo lihevhatina ligel hikûmeta Sûriyê datîne.

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) di twîtekê de behsa asayîkirina peywendiyên di navbera Şamê û Enqerê de kir û got lihevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê krîza heyî kûr dike.

Îlham Ehmed dibêje: “Tirkiyê ti carî piştgiriya şoreşa Sûriyê nekir, berovajî wê, siyaseta xwe li ser mêtingerî, dizî, guhertina demografîk û bikaranîna penaberan da meşandin.”

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê opozisyona neteweyî ya demokratîk li Sûriyê bi rola xwe rabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x